40 karmendên Berevaniya Şaristaniyê li ser rûbarê Xabûr a Zaxo hatine bicîh kirin
Ji bo parastina jiyana xelkê û geştyaran rêveberiya Berevaniya Şaristaniya Zaxo 40 karmend li ser rûbarê Xabûr bicîh kirin.
Berdevkê rêveberiya Berevaniya Şaristaniyê li îdareya serbixwe ya Zaxo Evîndar Izet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji bo parastina selametiya canê xelkê Zaxo û ew geştyarên serdana Zaxo dikin, bi biryara rêveberê şaristaniya Zaxo Raîd Cemal Hesen Xelîl, 40 karmend li gel tîmên melevaniyê li ser rûbarê Xabûr a Zaxo hatine bicîh kirin, ku li hember her egerekî pêkhatina bûyerekî ku nayê xwestin, bikarin canê xelkê rizgar bikin.’’
Berdevkê rêveberiya Berevaniya Şaristaniyê li îdareya serbixwe ya Zaxo got: ‘’Ew karmendên me li cîhên cuda cuda yên Zaxo tên belav kirin ku di dema her bûyerekî ku nayê bendewarî kirin de bikarin canê xelkê û geşytaran rizgar bikin.’’
Herwaha diyar kir, li wan cîhê ku melevanî kirin lê hatiye qedexe kirin, karmendên Berevaniya Şaristaniyê dê bên bicîh kirin û rêgiriyê li xelkê dê bikin ku li wan cîha melevaniyê nekin. Heman demê de tîmên melevan ji bo her egerekî û bûyerekî jî dê di rewşa amadebaşiyê de bin.
Basnews
