• Wednesday, 18 February 2026
logo

Di şerê navbera du hêzên YNKê de kurmamê rêveberekî YNKê yê nêzîk Lahur Cengî hat kuştin

Di şerê navbera du hêzên YNKê de kurmamê rêveberekî YNKê yê nêzîk Lahur Cengî hat kuştin

Şeva borî li parêzgeha Helebce pirsgirêk ket navbera hêzeke Dije Terora YNKê û asayîşa YNKê û pevçûn pêkhat.

Li gor zanyariyên BasNewsê demeke nakokî û rikberî di navbera wan herdu hêzane de heye li ser wê yekê ku kîjan ji wan li Helebce serdest bin. Ji ber wê jî karmendên her yek ji wan hêzane hesabê bo hêza din nake. Di vê çarçoveyê de şeva borî karmendekî Dije Teror a YNKê dema dikeve nav dewriyeya asayîşa YNKê, dibe nîqaş û şerê wan û di encamê de vedigere çek hember hev bikaranînê û şer derdikeve.

Li gor zanyariyan, di encama wî şerî de karmendekî asayîşa YNKê yê bi navê Soran Celal Şaweys ku kurmamê Bextiyar Şaweys ê nêzîkî Lahur Cengî ye û jiyana xwe ji dest dide.

Vê derbarê de xezûrê kesê hatî kuştin ji BasNewsê re ragehand, dewriyeya asayîşê digere û piştre ji aliyê kesekî siwarê motosîkletê ve gule li wan tên berdan û ji ber wê jî zawayê wan guleyek lê dikeve û bi birîndarî li nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Hat ragehandin kesê hatî kuştin rûniştvanê Seyidsadiq e û temenê wî 32 sal û bavê du zarokan e.

Ev demeke berdewam hêzên ewlehiya YNKê di nav xwe de pevçûnên wan çêdibin, ku piraniya wan pevçûnan jî di navbera Asayîşa YNKê, Dije Teror û Hêzên Komando de ye û ji ber wê jî li devera Silêmaniyê aramî nemaye û heta naha ji ber wan pevçûnan gelek kes hatine kuştin.  

 

Basnews

Top