• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Akbelenê 18 kes hatin desteserkirin

Li Akbelenê 18 kes hatin desteserkirin

Li navçeya Mîlasê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê, tevî nerazîbûna gundî û çalakvanan, ji bo berfirehkirina kana komirê birîna daran û wêrankirina daristanê berdewam e.

Polîs û cendirmeyan vê sibehê derdora cihê nobedê ya gundî û çalakvanan dorpêç kir û 18 kes desteser kir.

Polîs û cendirme destûrê nade ku kes bikeve cihê nobedê û êrişî çalakvan, jîngeparêz û welatiyan dike ku dixwazin birîna daran bê rawestandin.

Li Akbelenê ya Muglayê çend roj in nobed û berxwedana gundî û çalakvanan berdewam e û kompanyaya kana komirê jî li ser birîna daran rijd e.

Di aloziyan de parêzerên xelkê navçeyê Îsmaîl Hakki Atal û Leyla Bilgen jî di nav de 18 kes hatin desteserkirin.

 

Rudaw

Top