• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Stenbolê dikanek hate gulebarankirin: 2 kuştî, 1 birîndar

Li Stenbolê dikanek hate gulebarankirin: 2 kuştî, 1 birîndar

Li Taxa Guzelyurtê ya navçeya Esenyurtê ya Stenbolê ya Tirkiyeyê doh bi şev hinek kesên ku nasmayên wan nehatine eşkerikirin, êrîşî dikanekê kir.

Di êrîşê de kesên bi navên Batuhan Bayindir û Yunus Emre Erzen canê xwe ji dest da.

Herwiha welatiyê bi navê Yusuf Erzen jî bi giranî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin êrîşkar ji cihê bûyerê bi otomobîlê reviyane.

Li ser agahdarkirinê polîs hatine cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Li aliyê din hat ragihandin ku berî çend mehan jî heman cih hatiye gulebarankirin.

 

Rudaw

Top