46 Kurdên Rojavayî li Iraqê girtî ne: Metirsî heye ku bêne dersînorkirin
Zêdetirî 4 mehan e 46 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê li Bexdayê girtî ne û metirsî heye ku ev 46 kes bêne dersînorkirin.
Serkterê Partiya Demkorata Kurd li Sûriyeyê (PDK-S) Behcet Beşîr ragihand ku 71 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di grtîgehên Bexdayê de hebûn, lê hinek ji wan hatine berdan û hinek jî radestî Sûriyeyê hatine kirin û niha 46 kes di girtîgehê de mane.
Behcet Beşîr ji Rûdawê re got ku eger Bexda wan radestî Şamê bike wê demê dibe ku metirsî li ser jiyana wan çêbibe.
Beşîr da zanîn ku wan ligel rêxistinên navdewletê peywendî danîne da ku bikarin rê li vegerandina wan welatiyên Rojavayê Kurdistanê bigrin.
Ofîsa PDK-S eşkere kir ku bi alîkariya rêxistinên navdewletî û Hikumeta Herêma Kurdistanê roja 24 vê mehê 7 koçberên Rojavayê Kurdistanê hatin rizgarkirin, lê heya niha gelek kes mane.
Li gor zanyariyên Ofîsa PDK-Sê hatine wergirtin roja Çarşemî jî 17 koçber hatine agahdarkirin ku dê bi rêya Balafirxaneya Bexdayê wan bişînin Şamê ku ev jî dibe metirsî liser jiyana wan.
11 Penaberên Rojavayê Kurdistanê ji Bexdayê hatin dersînorkirin Şamê
Li gorî zanyariyên Rûdawê 11 penaberên Rojavayê Kurdistanê li Balafirxaneya Bexdayê ne û biryar e bêne dersînorkirin.
Malbatên girtiyên ji bo Sûriyeyê bên şandin, bi rêye Rûdawê bang li Serok Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku kesûkarên wan ji dersînorkirina ji bo Sûriyeyê rizgar bikin.
Ew penaberên Rojavayê Kurdistanê ji ber ku bi îqameyên Herêma Kurdistanê çûbûn Bexdayê, hatibûn girtin.
Li gorî yasayên Iraqê, penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê yên ku ji Herêma Kurdistanê derbasî nav axa Iraqê bûne nikarin derbasî herêmên di bin kontrola Hikûmeta Iraqê de bibin.
Rudaw
