Ji Şêrwan Dûberdanî bo Mûsena Emîn: Eger wêrekî, biwêre dozê li dijî desthilatdarên Bexda veke
Endamê Fraksiyoan PDKê Şêrwan Dûberdanî bersiva parlamenterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi tundî dide û pirs dike gelo her ew nebû digot, neftê radest bikin ji bo xelkê baştire? Çima naha bêdeng e?
Parlamenterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Musenna Emîn ku yek ji wan kesan bû ku berdewam hewl dide bi gotinên bê bingeh xwe wek pehlevanekî nîşanî xelkê bide û nav Parlamenterên Kurdistanê yên li Iraqê de jî bi wê yekê hatiye naskirin ku newêrê li hember ti parlamenterekî ereb û li hemû wê zulm û zora li Iraqê heye deng bike, lê berdewam jî êrîşî Hikûmeta Herêmê dike.’’
Parlamneterê ser bi fraksiyona PDKê Şêrwan Dûberdanê ji BasNewsê re ragehand û pirs li Musenna Emîn kir: ‘’Başe te û partiya te çi serbilindiyek we tomar kiriye derveyî pare xwarina li Bexda û li Kurdistanê. Malnişîniya neyasayî, doktoraya sexte ya bi ruşwetê li zanîngehên Sûdanê û bi pareyê Îxwanê. Herwaha jin anîna duyem û sêyem û hwd..’’
Dûberdanî got: ‘’Başe gelo we yek dilop xwîdan rijandiye? Derveyî polemîk û gotinên mezin ên li ser mîkrofonan we çi kiriye? Başe ma ne te digot, neftê radest bikin ji bo xelkê baştir e. te qet wêraye li ser mafên xelkê Kurdistanê tiştekî dijî desthilatdarekî bibêjî? Te qet wêraye li ser mafên cotkarên Kerkûk û navçeyên erebkirinê lê dikin tiştekî bibêjî?
Şêrwan Dûberdanî bi aşkerayî diyar kir: ‘’Kerembike naha Bexda ti pare nade û mûçeyê mûçexwarên Herêma Kurdistanê jî naşîne û Hikûmeta Herêmê jî hemû pêbendiyek li hember wan rêkeftinan pêkaniye. Kerembike di cîha tu êrîşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikî, eger hinek jî merdbûn û şehamet û zilamtî di te de heye, tenê ji bo carekî daxwaz ji hikûmeta Iraqê bike bila pare bişîne. Eger na kerembike here dozê li dijî desthilatdarên Bexdayê veke, eger tu wan nakî, gotinên bê wate jî neke û şermê ji rûyê xwe bike.’’
Basnews
