Li Mereşê 20 hektar zevî û daristan şewitîn
Li navçeya Dulkadiroglu ya Mereşa Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket, ji hewa û bejahî ve hewlên vemirandina agir tên dayîn.
Li gor agahiyan, îro êvarî bi sedemek nayê zanîn agir bi daristana Taxa Kabasakal ketiye û kesên ku agir dîtîn tîmên hawarçûnê ji rewşê agahdar kirin.
Li ser agadarkirinê tîmên Berevaniya Şaristanî û gelek otomobîlên vemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin. Tevî tîmên Berevaniya Şaristanî, xelkê navçeyê, cendirme û tîmên AFADê jî beşdarî xebatên vemirandina agir bûn.
Ji ber agir nêzîkî malan e, çend xanî hatin valakirin.
Li gor agahiyan, heta derengiya şevê nêzîkî 20 hektar zevî û daristan şewitîn.
