• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Tevgera Gorranê dike

Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Tevgera Gorranê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Tîrmehê bi boneya çaremîn salvegera damezrandina Tevgera Gorran û beşdariya wê di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de, peyameke pîrozbayî pêşkêşî Tevgera Gorranê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya çaremîn salvegera damezrandina Tevgera Gorranê, pîrozbahiyê li hemû endam, çalakvan û alîgirên Tevgera Gorranê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan di berevanîkirina pirsên netewî û mafên destûrî yên gelê Kurd de dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Hêvîdar im Tevgera Gorranê û hemû partî û hêzên Kurdistanî hevkar, hevaheng û hevhelwest bin, li ser berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurd û parastin û pêşxistina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.”

 

K24

Top