Serok Barzanî li gel şandeke hevpeymaniya Hesim civiya
Behsa rewşa Îraqê kirin.
Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Hesim ya Îraqî bi Serokatiya Sekreretê hevpeymaniya han Osame Nocifî kir.
Di civînê de giftûgo derbarê pêşhat û pêşkeftinên dawî yên nava prosesa siyasiya Îraqê û madekariyên heyî yên bo hilbijartinên parêzgehan û herwiha gef û astengiyên berdem bihevre jiyan, aştî û pêşkeftinê hate kirin.
Her di heman civînê de tekez li ser pêdiviya derketina ramaneke hevbeş ya nîştimanî di navbera aliyên siyasî yên îraqê û pêbendbûn bi bingehên hevbeşiya rastîn, hevsengî û lihev kirin di birêvebirina welat de hate kirin.
Giftûgo kirin li ser rewşa jiyana xelkê li parêzgehên din yên Îraqê, hemahengî û karên hevbeş di navbera aliyan de hate kirin.
