Rêvebera Elquş: Hatina Louis Sako bo Hewlêrê nîşana ne aramiya Iraqê û aramiya Herêma Kurdistanê ye
Rêvebera nahyeya Elquş dibêje, hêzên Pêşmerge û asayîşa Kurdistanê hertim canê xwe ji bo xatirê mesîhiyan dikin qurbanî. Hatina Louis Sako bo Hewlêrê nîşaneya nearamiya Iraqê û aramiya herêma Kurdistanê ye.
Rêvebera nahyeya Elquş Lara Yûsif ji Kurdistan24ê re ragihand, hêzên Pêşmerge û asayişa Kurdistanê hertim canê xwe ji bo jiyana mesîhiyan dikin qurbanî.
Lara Yûsif got ku hatina Louis Sako bo Hewlêrê nîşana ne aramiya Iraqê û aramiya Herêma Kurdistanê ye.
Wî got ku ew mesîhiyên ku li derve ne û dixwazin vegerin, baweriya wan bi parêzgehên Iraqê nayê û dixwazin li Herêma Kurdistanê bi cih bibin.
Yûsif got: "Em her dem tekez dikin ku deverên rizgarkirî yên Xiristiyanan li Deşta Nînowa ji aliyê Pêşmerge û hêzên ewlehiyê ve tên parastin, ku xwîn û canê xwe ji bo jiyana me feda kirine, lê deverên din di bin kontrola wan de ne."
Lara Yûsif got: "Tiştê ku li Iraqê li ser Xirîstiyanan tê kirin, pêkenok e. Li şûna ku hewl bidin rewşê aram bikin û xelkê wê vegerînin deverên xwe, em berovajî vê yekê dibînin û Xirîstiyan hîn jî daxwaza mafên xwe ji dewletê dikin. Herêma Kurdistanê bûye penageh. Yekitiya aştiyane ne tenê ji bo mesîhiyan, lê ji bo hemû civakan bûye hêlîna têkelkirin û parastinê.”
Herwiha Lara Yûsif got ku hejmara Xirîstiyanan ji 1.5 milyon ji sala 2003 ve daketiye kêmtir ji 250,000, ku gelek ji wan niyeta vegerê ne. Ew baweriya xwe bi deverên din ên Iraqê naynin û dixwazin li Herêma Kurdistanê bi cih bibin.
Basnews
