• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li bajarê Reqayê festîvala sporê ya jinan hat sazkirin

Li bajarê Reqayê festîvala sporê ya jinan hat sazkirin

Li bajarê Reqayê yê bakurê rojhilatê Sûriyê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, festîvala sporên jinan hat sazkirin.

Festîvalê duh roja Şemiyê li yarîgeha Reqayê, di bin serpereştiya Desteya Ciwanan û Sporê ya Rêveberiya Xweser dest pê kir,û tê de pêşbirkên di çend warên cuda de hatin kirin.

Hevseroka Desteya Ciwanan û Sporê ya Rêveberiya Xweser Henan Bekar di daxuyaniyekê de ragihand, ku armanc ji vê festîvalê handana spora jinan e.

Hevseroka Desteya Ciwanan û Sporê ya Rêveberiya Xweser Henan Bekar dibêje: “Em herdem dibêjin di çarçoveya çalakî û qehremaniyên me de, ku em wan li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê dikin, em roniyê didin ser şiyanên jina genc û handana wê ji bo sporê. Îro me dît ku spor di vê festîvalê de gelekî pêşketiye bi rêya xolên rahênanê, qehremanî û yariyên dostane re li hemû herêman.”

Herwiha roja Yekşemê 16ê Tîrmehê jî çalakiyên qehremaniya baskêtbola jinan li bajarê Reqayê destpê kiribûn.

 

Rudaw

Top