• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ferhad Kerkûkî: Gelek rêveberên YNKê dosyayên wan ên li gel Beis kar kirine heye

Ferhad Kerkûkî: Gelek rêveberên YNKê dosyayên wan ên li gel Beis kar kirine heye

Endamekî beşa rêxistina Kerkûk – Germiyan ê PDKê radigehîne, sê beşên rêveberiya YNKê dosyayên wan hene ku li gel Beis kar kirine. Ji ber wê behsa Beisîbûnê li gel partiyeke wek YNKê cîhê şermê ye.

Çend roja YNK, bi rêya çapemeniya xwe ya berovajî kirinê ve û ji bo avakirina nakokiyên zêdetir, ku ew helbijartina demeke dirêje jê ditirse pêkneyê, helmetek daye destpê kirin, xwedê giravî kesekî merivê Sedam Husên li Hewlêrê koça dawî kiriye. Herçend li gor zanyariyên BasNewsê ew gotegotên YNKê nerastin û ew kese li nexwaşxaneya Tikrît a ser bi parêzgeha Selahedîn koça dawî kiriye û li goristana Tikrîtê hatiye veşartin jî, lê hîn çapemeniya bêkarmayî ya YNKê behsa vê mijarê dike.

Vê derbarê de endamê rêveberiya PDKê Dr. Ferhad Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tiştekî ecêbe YNK behsa Beisîbûn û piştevanî kirina Beisiyan dike. Başe roj û ronahîbû di sala 2008ê de Tariq Remezan azad kir, lê Tariq Remezan balefirvanê ku bajarê Helebce bi çekên kîmyayî bombebaran kiribû ew kese bû. Ew tewanbarê Beisî yê metirsîdar bi fermana berpirsên YNKê, ne tenê hate azad kirin, bi serbilindî ew şandin derveyî welat jî, ku selamet bimîne.’’

Herwaha got: ‘’YNK bi hewkariya şovenîst û Beisiyên kevin ve waye mijûle li Kerkûkê karên nedicîh de dike û dixwaze bi rêya Beisiyan ve desthilata xwe vegerîne Kerkûkê. Başe her YNK nebû li gel eşîretên erebên şovenîst ên Beis rêkeft bo firotina Kerkûkê? Ya din jî ew dosyayên rêveberên YNKê yên li gel Beisiyan heye, ti partî û aliyekî tine. YNK fêrbûye bi rêya Beisiyan ve xwe biparêze.’’

Dr. Ferhad Kerkûkî got: ‘’YNK di vekirina dosyayên Beisiyan de xwedî dosyayê herî zêde bûye û gelek ji rêveberên YNKê têkelî karkirina li gel Beisiyan bûne. Başe em vê tênagehin YNK çima divê şerê derûnî li gel xelkê Kurdistanê bike? Naha Kurdistanê pêwîstiya xwe bi yekdengî û yekgirtinê heye. Lê dixwazin bi mijûl kirina xelkê ya bi mijarên vala ve wan tişta ji bîra xelkê bibe, ku çawa diziyê di dahata Silêmanî de dikin û pareyê Silêmaniyê dibin, dixwazin bîra me bibin, ku çawa dahatê Silêmaniyê dixin berîkên xwe û li Kerkûkê karê partiya xwe pê dikin.’’

 

Basnews

Top