• Wednesday, 18 February 2026
logo

Çûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê hat paşxistin

Çûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê hat paşxistin

Biryar bû îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta berdewamiya civînên li gel berpirsên hikûmeta Iraqê derbarê bûdce û mûçeyan de serdana Bexdayê bikira, lê ew serdan ji bo sibe hat paşxistin.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, bo sibe Duşemê hat paşxistin.

Wî jêderî eşkere kir, egereke mezin heye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser bûdce û mûçeyan li hev bikin.

Ev yek di demekê de ye, biryar e îro Wezareta Darayî ya Iraqê derbarê cîbicîkirina bûdceyê de rênimayan bide wezaretên pêwendîdar ên Iraqê.

Yasaya bûdceya Iraqê di 12ê Hezîrana 2023an de bi piraniya endamên Parlamentiyê hat pesendkirin û di 21ê Hezîrana 2023an de jî, Serokomar Letîf Reşîd yasaya bûdceya giştî îmze kir û piştre di rojnameya fermî de hat weşandin.

Bûdceya Iraqê nêzîkî 199 trîlyon dînar e, ji sedî 90ê dahata Iraqê girêdayî petrolê ye. Pişka Herêma Kurdistanê jî ji sedî 12.67 hatiye diyarkirin.

 

K24

Top