Mesrûr Barzanî bi peyamekî bixêrhatina Patrîk Luis Sako bo Hewlêrê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22.07.2023yê di tora xwe ya civakî Twitterê de peyameke giring belav kir û xêrhatin li Patrîk Luis Sako kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya Twitterê de ragehand: ‘’Bi xêrhatineke germ li birêz Patrik Luis Sako dikin bo Hewlêrê, ku paytexta pêkvejiyana aştiyane ya hemû ol û bawerî û netewan e.’’
Barzanî diyar kir: ‘’Kurdistan, dê berdewam be li piştevanîkirina Xirîstiyanan. Herwaha emê nîgeraniyên xwe yên li hember danûstanên kirêt ên li hember we yê birêz hatine kirin jî nîşan bidin.’’
Basnews
