• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Mereşê bi hêza 4 pile erdhej rû da

Li Mereşê bi hêza 4 pile erdhej rû da

Li navçeya Elbîstanê ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4 rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Elbîstanê ya ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 14:23 xulekan de û 5.55 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

 

Rudaw

Top