MELETÎ - Bi 8 milyon dolaran dendikên qeysiyan hatine hinardekirin
Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, di şeş mehên destpêkê yên îsal de bi bihayê 8 milyon û 25 hezar dolaran dendikên qeysiyan hatine hinardekirin.
Li Meletiyê ku li ser asta cîhanê nêzîkî %85ê qeysiyên hişk berhem tîne, dendikên qeysiyan jî bi armanca bazirganî tên bikaranîn.
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de bi bihayê 8 milyon û 25 hezar dolaran 2 hezar û 335 ton dendikên qeysiyan hatin hinardekirin.
Serokê Odeya Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan ragihand ku hinardekirina dendikên qeysiyan herî kêm bi qasî ya hinardekirina qeysiyên hişk girîng e.
Ozcan got: “Em hemû berhemên qeysiyan bo hinardekirinê bikar tînin. Dahata dendikan jî di vî warî de girîng e. Di demekê de ku xerciyên berhemhêneran zêde bûne, firotina dendikan bo kêmkirina xerciyan girîng e.”
Rudaw
