Serokkomarê Îraqê balyoza Amerîkayê îhzar kir
Serokkomar daxuyaniya Amerîkayê red dike.
Piştî daxuyaniya Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Matthew Miller ya derbarê hilweşandina fermannameya taybet ya bi Patrîkê kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê Louis Rafael Sacco yaku, sala 2013an jê re hatibû derkirin, wezareta derve ya Amerîkayê jî dilgiranî û nerazîbûna xwe ya li hember vê biryara Serokatiya Komar ya Îraqê diyar kir û ev biryara Serokkomariya Îraqê jî red kir.
Li ser vê mijarê Serokatiya Komar y a Îraqê jî duhê bişev balyoza Amerîkayê li Bexdayê vexwand û nerazîbûna Îraqê gehande Amerîkayê.
Weke tê zanîn jiber hilweşandina fermaneke taybet bi patrîkê kilîseya keldanî li cîhan û Îraqê, ji aliyê Serokkomariya Îraqê ve, Patrîk biryar daye ku, Bexda bicîh bihêle û li Hewlêrê bicîh bibe.
