• Wednesday, 18 February 2026
logo

Umêd Sebah: Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî nahiya Herîr dibe qeza

Umêd Sebah: Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî nahiya Herîr dibe qeza

Parêzgariya Hewlêrê ragihand, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî herdu nahiyeyên Herîr û Basirme dibin qeza.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo xizmetkirina zêdetir a welatiyan û gihandina xizmetguzariyan, biryar hat dayîn ku herdu nahiyeyên Herîr û Basirme bikin qeza.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Ji bo baştir meşandina karûbarên îdarî yên welatiyan li fermangehan, piştî biryara zêdekirina qezayên Pîrmam, Enkawa û Quştepe yên li sînorê parêzgeha Hewlêrê, biryar hat dayîn ku herdu nahiyeyên Herîr û Basirme bikin qeza û di demeke nêz de jî rêkarên îdarî û yasayî ji bo temamkirina karûbaran dest pê dike.”

 

Basnews

Top