Serok Barzanî pîrozbayî li Misilmanan dike
Bo sersala koçî peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye.
Îro çarşem 1ê Muheremê ku, dike sersala nû ya Koçî Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî misilmanan kiriye ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;
Bi boneya hatina sersala koçî ya 1445 gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim, di sersala nû ya koçî de hêviya xêr û xweşiyê bo tevahiya aliyan dixwazim.
