• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Enqerê bi hincêta YPGê 10 kes hatin desteserkirin

Li Enqerê bi hincêta YPGê 10 kes hatin desteserkirin

Li Enqerê 10 kesên biyanî bi hincêta ku peywendiyê wan bi Yekîneyên Parastina Gel (YGP) re hene hatin desteserkirin.

Li gor medyaya fermî ya hikûmeta Tirkiyê, Rêveberiya Şaxa Îstixbarat û Tekoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiya Enqerê ji bo 14 kesên biyanî yên ku tê îdiakirin têkiliya wan bi endamên YPGê re hene an berê di nav wê rêxistinê de bûne operasyon dane destpêkirin.

Di operasyonê de 10 kesên biyanî hatin desteserkirin, ji bo girtina 4 kesan jî xebat berdewam dikin.

Hat ragihandin piştî karûbarên wan ên yasayî ew dê ji bo ku bên dersînorkirin dê radestî Îdareya Koçê ya Bajêr bên kirin.

 

Rudaw

Top