• Wednesday, 18 February 2026
logo

Geştên asmanî yên firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dest pê kir

Geştên asmanî yên firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dest pê kir

Piştî rawestana çend demjimêran, geştên asmanî yên li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê dest pê kir.

Roja Duşemê 17ê Tîrmeha 2023an, Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Kurdistan24ê re ragihand, geştên asmanî yên li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê dest pê kir.

Ehmed Hoşyar eşkere kir, rawestana geştên asmanî pêwendiya wê bi silametiya geştan ve hebû û ti kêşeyeke ewlehiyê li Firokexaneya Hewlêrê tune ye.

Li ser sedema rawestana geştan, Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand, rawestana geştan li ser daxwaza Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bû, ji ber hebûna firokeyeke şer an jî dronek ku hatiye asmanê Iraqê, piştî têbînîkirina ji aliyê Kompaniya Xizmetguzarî ya Geştên Asmanî (GCANS).

Hoşyar eşkere kir, 11 geştên asmanî yên firokexaneyê ji ber wê rawestanê paş ketin û ligel kompaniyên firokevanî bi rêkxistina geştan ve mijûl in û demên geştan rêk dixin.

Pêştir Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher ji Kurdistan24ê re ragihand, ti kêşeyeke ewlehiyê li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê tune ye û rawestana geştên asmanî jî pêwendî bi biryara desthilata firokevanî ya Iraqê ve heye heta demeke nediyar.

Ano Cewher red dike ku ti hêzeke ewlehiyê li herdu firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê ketibin tevgerê û tekezî li ser wê yekê jî kir ku rawestana geştên asmanî heta çend saetên bê dê berdewam bibe û ligel aliyên pêwendîdar li ser xetê ne ji bo çareserkirina vê mijarê.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, vê êvarê 17ê Tîrmeha 2023an, hemû geştên asmanî yên li herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê rawestiyan bêyî ku desthilata firokevanî ya Iraqê sedema vê yekê eşkere bike.

 

K24

Top