• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Polonyayê balefirekî li stargeha balefiran da û 5 kesan canê xwe ji dest dan

Li Polonyayê balefirekî li stargeha balefiran da û 5 kesan canê xwe ji dest dan

 Li nêzîk paytexta Polonyayê Varşovayê balefirekî biçûk li xangarê ango stargeha balefiran da û di bûyerê de balefirvan jî di nav de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li balefirgeha Chrcynno ya 47 kîlometreyan nêzîkî paytext Varşovayê, balefira bi cureya Cessna 208 a biçûk li stargehê da. Di bûyerê de balefirvan jî di nav de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwaha polîsê Polonyayê ragehand di bûyerê de 8 kes jî birîndar bûne.

Hat ragehandin di dema bûyerê de di balefirê de 3 kes hebûne, bi giştî di stargehê de jî 13 kes hebûne. Tê pêşbînî kirin ku sedemê bûyerê ji ber rewşa hewa ya xirab be.

Saziya agirkujiyê bûyer piştrast kir û wêneyekî ku dûvê balefirê ji stargehê derketî derve, li ser tora xwe ya civakî ya facebookê belav kir.

Derbarê bûyerê de polîs dest bi lêkolîn û lêpirsînê kiriye.

 

Basnews

Top