• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka leşkerên xwe yên li Rojava zêde dike

Amerîka leşkerên xwe yên li Rojava zêde dike

Eger heye balefirên F16 jî bicîh bike.

Li gor nûçeyeke internet haber piştî civîna NATOyê, Amerîka biryareke  nû ya derbarê Rojava û HSD de daye.

Li gor çavkaniyê ku xwe dispêre ajansa AP, rayedarekî wezareta berevanî ya Amerîkayê biryar daye daku, 2 hezar û 500 leşkerên din yên xwe bişîne Rojavayê ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê).

Çavkaniyê behsa vê yekê kiriy ku, ev rayedarê Pentagonê eşkere kiriye ku, Amerîka hijmara mûşekên HIMARS jî li deverê de zêdetir bike û bo bihêztir kirina pêgeha Amerîkayê û xwe amadekirin bo rûbirû bûna her pêngaveke Îran û Rûsyeyê li deverê de, vê balefirên cengî yên F16 jî bişîne deverê.

Top