Mesrûr Barzanî nûnera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê destnîşan kir
Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Trîfa Ezîz weke nûnera nû ya Herêma Kurdistanê li Amerîkayê destnîşan kir.
Trîfa Ezîz herî dawî şêwirmenda payebilind a serokwezîr bû. Wê berê zêdetirî 25 salan di karûbarên cuda de di sektorên giştî û taybet de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kar kiriye. Di salên 1990î de jî nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Washingtonê kiribû.
Nûnera berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdulrehman piştî 8 salên serketî yên li Washingtonê vegeriya Herêma Kurdistanê û dê weke Şêwirmenda Bilind a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên derve û guherîna avhewayê li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Hewlêrê kar bike. Beyan Samî Ebdulrehman 10 salan jî nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû li Brîtanyayê û demeka dirêj rojnamegerî jî kiriye.
Ofîsa Serokwezîr pîrozbahiyê li her du berpirsan dike û hêviya serkeftinê ji bo berdewamiya xizmetkirina gelê Kurdistanê dixwaze.
Basnews
