• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kargeheke Kurdistanê pêdiviyên Îraqê dabîn dike

Kargeheke Kurdistanê pêdiviyên Îraqê dabîn dike

Têde nêzî 300 kesan dixebitin.

Komîteya Hêlbirînê ya Kurdistanê ragihand ku, Serokê vê komîteyê Mihemed Şokirî serî li kargeheke kartonsaziyê ya bi navê Gold Box kiriye û ji nêz ve rewşa vê kargehê û karên kargehê şopandiye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, di vê kargeha han de  nêzî 300 kes bi awayeke raste rast dixebitin û bi sedan kesên din jî bi awayeke ne raste rast bûne xwedan kar.

Ev kargeha han pêdiviyên herêma Kurdistan û Îraqê dabîn dike.

Top