Alîgirên Sedir êrîşî ser hizba Dewa kirin
Rayedarên hizba Dewa bêrêzî bi Sedir kirin.
Piştî daxuyaniyên rayedarên partiya Dewa ya Îraqê yên derbarê Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir de, alîgirên tevgera Sedir û Muqteda Sedir daketin qadan û xwepîşandan dijî rayedarên partiya Dewa kirin.
Alîgirên Sedir û tevgera Sedir daxuyaniyên han weke bêrêzî kirin bi oldarê xwe wesif kirine û jiber vê yekê jî duhê bişev li çend bajarên başûr û naverasta Îraqê êrîşî ser navendên hizba Dewa kirin.
Nakokiyên navbera wan her du aliyan hîn jî didomin.
