• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê sîstema nû ya pasaportê dikeve warê cibicîkirinê

Li Herêma Kurdistanê sîstema nû ya pasaportê dikeve warê cibicîkirinê

Biryar e ji îro pê ve sîstema elektronî ya pasaportan li Herêma Kurdistanê bikeve warê cîbicîkirin.

Peyamnêra K24 li Hewlêrê Rênas Elî da zanîn, ji îro yekşemê 16/7/2023an ve, sîstema nû ya pasaportan dikeve warê cîbicîkirin.

Got jî: “Ev sîstem rasterast bi Sîstema Pasporta Giştî ya Îraqî ve girêdayî ye û hemû danûstandinên temamkirî rasterast derbasî Sîstema Pasportên Giştî tên kirin.”

Peyamnêrê me diyar kir, her kesê ku bixwaze pasaportê derbixe yan jî nû bike, tenê karta niştimanî û karta zanyariyê pêwîst e.

Ji aliyê din ve peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê Aram Bextiyar got, îro li Silêmaniyê sîstema kevin a pasaportan hatiye rawestandin û amadekariya destpêkirina sîstema elektronîkî tê kirin.

Rêvebirê Pasaporta Silêmaniyê Eqîd Salar Ebdullah ji K24ê re ragihand, “Roja Sêşemê 18/7/2023an dê sîstema elektronî li parêzgeha Silêmaniyê dest pê bike.”

Eqîd Salar Ebdullah diyar kir jî, “pasaporta nû pêşketî û bi kalîte ye, nayê sextekirin û kes nikare li şûna kesekî din bikar bîne.”

Rêvebirê Pasaporta Silêmaniyê her wiha got: “Welatî dê heman roja ku muamelên xwe bikin dê pasaportên xwe bistînin.”

 

K24

Top