• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Koreya Başûr ji ber barîna tund a baranê lehî û heza pêkhat: 7 kes mirin

Li Koreya Başûr ji ber barîna tund a baranê lehî û heza pêkhat: 7 kes mirin

Li Koreya Başûr ev 3 roje baranên tund dibarin û bû sedem lehî rabin û hezaz pêkbên û 7 kes jî jiyana xwe ji dest bidin.

Li Koreya Başûr ji ber baranên tund lehî rabûn, erd şimitî û hezaz pêkhatin. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û hat ragehandin ji ber barîna baranên zêde bendavek sera avêtiye, 3 kes winda ne, 7 kesên din birîndar bûne û zêdetirî hezar kesî jî ji herêmê hatine derxistin.

Li gor nûçeya Reutersê îro 15.07.2023yê li gor demjimêra herêmî demjimêr 11:00ê li welat bi giştî heta naha hezar û 567 kes ji herêmê hatine derxistin û wezîrê navxwe û wezîrê ewlehiyê jî ragehandin, bendavek sera avêtiye û li eyaleta Chungcheong a Bakur dê kesên ji herêmê bên derxistin, hejmara wan jî zêde be.

Rêveberiyên xwecihî di demên cuda cuda de ji bo 7 hezar kes ji herêmên ne ewle bên derxistin ferman dan.

Serokwezîrê Koreya Başûr Han Duck-soo jî îro bi rayedarên dewletê re derbarê metirsiyên heyî de civînek pêkanî û ji bo bi awayekî çalak beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bibe bang li artêşê kir.

 

Basnews

Top