• Wednesday, 18 February 2026
logo

Bi planekî parêzgarê sepandî ve beşekî kurdên Kerkûkê ji mafê dengdanê tên bêbeş kirin

Bi planekî parêzgarê sepandî ve beşekî kurdên Kerkûkê ji mafê dengdanê tên bêbeş kirin

Serokê berê yê encûmena parêzgehe Kerkûkê ragehand, ji ber cîhbicîh nekirina madeya 140 a destûra Iraqê û bûyerên 16ê cotmeha 2017ê dengên rasteqîn ên Kerkûkiyan di helbijartinên encûmena parêzgehê de wekî xwe nabe, naha parêzgerê sepandî planekî wî heye ku dixwaze beşeke piraniya kurdên bajar ji mafê dengdanê bêbeş bike.

Serokê berê yê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talebanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em di sala 2005ê de wek lîsteya birayetî rêgirbûn ji bo encamdana helbijartinê, heta ku dema madeya 140 cîhbicîh bibe. Ango heta rewşa Kerkûkê asayî bibe û xelkê resen ê bajar deng bidin. Netewên Yekbûyî û Amerîkiyan jî got bila xelkê Kerkûkê deng bide. Wê demê helbijartin hate kirin û piraniya dengan me bidest xist ku 26 kursî bûn. Ango nîvê armanca xwe me pêkanî, lê di helbijartinên vê carê 16 kursiyên encûmena parêzgehê heye, ji ber wê jî li gor min eger rewşeke rasteqîn hebe, wê demê divê herî kêm 14 kursî yê kurdan be.’’

Rêbuwar Talebanî got, piştî 16ê cotmehê rewşeke din li navçeyê ava bûye, ango naha du hember berê rewş neasayî ye, yekem madeya 140 nehatiye cîhbicîh kirin. Duyem rewşeke leşkerî ava bûye, ez dipirsim xelk çawa deng bide? Bêguman ev rewş dijî azadiyê ye, heta ew rewşa leşkerî bi dawî dibe, her encamekî ji vê helbijartinê derbikeve, her ji naha ve dê ew encam bi guman bin û aliyê destûrî ve jî ne yasayî ye.

Rêbuwar Talebanî got: ‘’Teqez rêjeya dengdan div ê helbijartinê de ji ber erebkirina piştî 16ê cotmeha 2017ê heta naha, derveyî wê jî naha formek hatiye dabeş kirin ku karta zanyarî ye, herkesekî li bajarê xwe nebe karta zanyarî jê re nayê dayîn. Dawiyê de jî nikare li komîsyonê mafê wî yê dengdanê hebe. Ev hewldaneke xirabe ku parêzgarê sepandî dide. Lê ji aliyê din ve xelkeke zêde yê Kerkûkê koçber bûye bajarên din ên Kurdistan û derveyî welat. Bi wî awayî jî ti kesek nikare karta zanyariyê çêbike. Ango  mafên wan ên denganê dişewite. Lê ji aliyê din ve gelek ereb piştî 16ê cotmehê anîne Kerkûkê û forma xorak ji bo wan hatiye çêkirin û mafê wan ê dengdanê heye û ev jî karesatekî din e. Ji ber wê jî encam ji di her rewşekî de ti bahaneyekî wê ya aliyê destûrî tine ye.

Dawiyê de jî ragehand: Eger kurd di helbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê de bi yek lîsteyê beşdar bibin, ew dê bibe rewşa herî baş.

 

Basnews

Top