• Wednesday, 18 February 2026
logo

NY: Dibe ku AIDS heta 2030yê bi dawî bibe

NY: Dibe ku AIDS heta 2030yê bi dawî bibe

Neteweyên Yekbûyî êvara roja pêncşemê got ku bidawîkirina AIDS heta sala 2030 hîn jî mümkün e. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku rêberên cîhanê û fînansor divê gavan bavêjin ji bo bilezkirina pêvajoya pêşkeftinê di dîtina çareseriyan de.

Bernameya Hevbeş a AIDSê ya Neteweyên Yekbûyî (UNJP) di daxuyaniyekê de got ku AIDS dikare ji holê were rakirin. Her wiha nexşerêyek ji bo kampanyayên pêşîlêgirtinê û veberhênanê ji bo dîtina dermanek ji bo HIV/AIDS-ê jî weşandiye.

Hewldanên heyî yên Neteweyên Yekbûyî 40 sal piştî ku tîmek li Enstîtuya Pasteur a Frensî vîrusa HIV kifş kir, ku gava yekem di têkoşînek dirêj de li dijî vê nexweşiyê avêt, ku nêzî 39 mîlyon mirov li seranserê cîhanê kuştin.

Di Hezîrana 1981ê de, zanyarên Amerîkî yekem delîlên klînîkî yên nexweşiyekê ragihandin, bêyî ku nikaribin nav li wê bikin, heya ku di sala 1983 de sedem hat dîtin û navê AIDS hate danîn.

 

Basnews

Top