• Wednesday, 18 February 2026
logo

Termên 13 koçberan li Tûnisê hatin dîtin

Termên 13 koçberan li Tûnisê hatin dîtin

Hikûmeta Tûnisê dîtina 13 koçberên neyasayî yên Efrîqî li nêzîkî peravên welatê xwe ragihand, ku xwestine ber bi Ewropayê koç bikin.

Rêveberê Giştî yê Pasevaniya Niştimanî ya ser bi Wezareta Navxwe ya Tûnisê di daxuyaniyekê de eşkere kir, hêzên wan li nêzîkî peravên Sefaqis a li herêma naverast, hewleke derbaskirina sînorê avê têk birine û termên 13 koçberên bi regeza Efrîqî dîtine.

Herwiha di operasyonê de 25 koçberên din ên Efqîrî jî hatine rizgarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku bajarê Sefaqis wek xaleke girîng ji aliyê koçberan ve tê bikaranîn ji bo derbasbûn û gihiştina girava Lampedusa ya Îtalyayê ku tenê 13 kîlometre ji peravêb Tûnisê dûr e.

Top