• Wednesday, 18 February 2026
logo

Leşkerekî tirk li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin

Leşkerekî tirk li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, li herêma “Operasyona Penc-Kilît” a di nav sînorên Herêma Kurdistanê de, leşkerekî tirk canê xwe ji dest da.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de diyar kir, Pisporê Peymandar Kavlak ê ku 11ê Tîrmehê di pevçûnê de li herêma “Operasyona Penç-Kilît” de bi giranî birîndar bû li gel hemû destêwedanan jî nehat rizgarkirin.

Operasyona Penc-Kilît di 18ê Nîsana 2022an de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de li dijî PKKê hatibû destpêkirin.

 

K24

Top