• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rojnameya Fermî ya Iraqê: Herêma Kurdistanê rizgarkerê Iraqiyan e

Rojnameya Fermî ya Iraqê: Herêma Kurdistanê rizgarkerê Iraqiyan e

Rojnameya fermî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê wek rizgarkerê Iraqiyan ji dest germa havînê pênase dike.

Li gor raportekî rojnameya El Sebah a ser bi hikûmeta Iraqê îro 10.07.2023yê bi navnîşana ‘’Herêma Kurdistan…Rizgarkerê Iraqiyan ji germa havînê’’ belav kir û amaje bi wê yekê dike ku li gel destpê kirina demsala havînê, hejmareke zêde ya geştyaran ji parêzgehên Iraqê ve bi awayên cuda cuda xwe gehandine Herêma Kurdistanê û ji dest germa havînê ya parêzgehên xwe reviyane, ku tam ji havîngehên Herêma Kurdistanê û xweşikiya xwezaya wê û çiya û sûlavk û kaniyên wê wergirin.

Vê derbarê de rojname bi zimanê berdevkê fermî yê desteya giştî ya geştûguzar a Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd belav kiriye û desteya geştûguzar bi hemahengiya li gel aliyên ewlehî û xizmetguzariyê pêşwazî li geştyaran dike û hemû asankariyekî vê derbarê de pêşkeş dike. derveyî vê jî bi rêya tîmên gerok ve çavdêriya otêl, xwaringeh, kafe û cîhên geştyarî tê kirin ku xizmetekî herî baş bê pêşkeş kirin.

Rojnameya Iraqê bi zimanê geştyarekî bi navê Ehmed Bexdadî ve belav kiriye ku her sal geştyar li bendewariya destpêkirina bêhnvedana havînê dikin, ku bên Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û tam ji xweşikiyên bajar û havîngehên wê û keşûhewayê werbigrin.

Rojname amaje bi amarên rêveberiya giştî ya geştûguzar a Hewlêrê dike ku tenê di rojên Cejna Qurbanê de nêzîkî 144 hezar geştyar hatine Hewlêrê, lê di Cejna Remezanê de tenê 63 hezar geştyar hatibûn.

Top