Li Meletiyê berhevkirina mişmişan dest pê kir
Li navçeya Qelayê ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ve dema berhevkirina mişmişan dest pê kir û mişmişên tên berhevkirin di bin daran de tên raxistin daku hişk bibin.
Li parêzgeha Meletiyê ku yek ji parêzgehên sereke yên berhemanîna mişmişan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye, berhemdêran dest bi daweşandina mişmişan kirine.
Piştî daweşandinê, mişmişan di odeya bê oksîjen de dihêlin, dûre wan derdixin ber tavê daku hişk bibin.
Li gor berhemdêran îsal berhemên wan baş e û bi hêvî ne ku sala bê jî bi heman awayî be.
Li gor amarên Rêveberiya Daristan û Çandiniyê ya Meletiyê di sala 2022an de li wê parêzgehê zêdeyî 336 hezar ton mişmişên ter hatine berhevkirin û zêdeyî 75 hezar ton jî hatine hişkkirin.
Rudaw
