• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pêşangeheke pîşesazî û bazirganî ya kompaniyên parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê li Duhokê tê vekirin

Pêşangeheke pîşesazî û bazirganî ya kompaniyên parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê li Duhokê tê vekirin

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Duhokê ragihand, pêşangeheke pîşesazî û bazirganî ya kompaniyên parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê li Duhokê tê vekirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Duhokê Eyad Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serokê Odeya Hevkariya Urmiyê li gel şandeke kompanî û sermayedarên parêzgeha Urmiyê hatine parêzgeha Duhokê ji bo kar li ser vekirina pêncemîn pêşangeha pîşesazî û bazirganî ya kompaniyên Urmiyê bikin li Duhokê.” ''

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Duhokê herwiha got: “Pêwendiyên bazirganî, pîşesazî, aborî û çandî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bi taybetî di navbera parêzgeha Duhok û Urmiyê de hene û em hewl didin wan peywendiyan geştir bikin.’’

 

Basnews

Top