• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rojhilatê Kurdistanê - Festîvala Dara Tûyê tê lidarxistin

Rojhilatê Kurdistanê - Festîvala Dara Tûyê tê lidarxistin

Festîvala salane ya Dara Tûyê li herêma Hewramanê ya Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.

Dara tûyê li Hewramanê û bi taybetî di nav bawermendên Yarsan de, xwedî pîroziyek taybet e. Festîvalê jî gelek geştyar ber bi Hewramanê ve kişandiye, ji ber ku di wê merasîmê de hem darên tûyê tê nasandin û hem jî çendîn berhem û xwarinên herêmê tên pêşandin.

Di çarçoveya festîvalê de, ji Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê gelek kes berê xwe didin herêma Hewramanê. Her wiha di festîvalê de, xelkê herêmê berhemên xwe yên demsalî nîşan didin.

Li Hewramanê bi giştî û di ola Yarsan de bi taybetî dara tûyê xwedî pîroziyeke civakî ye, kevintirîn dara tûyê ya li herêmê jî bi fermî di nav mîrateyên çandî yên Îranê de hatiye tomarkirin. Ev jî bûye sedem ku gelek geştyar ji Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê ji bo festîvalê berê xwe bidin Hewramanê.

Di festîvalê de çend çalakiyên hunerî û çandî, pêşangehên hunerên destan, xwarinên Kurdî û berhemên herêmî tên lidarxistin. Ji ber wê jî festîvala Dara Tûyê ya Hewramanê bûye cihê danasîna herêmê û bazarkirina berhemên cotkar û baxçevanên herêmê.

Top