• Thursday, 19 February 2026
logo

Pîrejina Kurd 100 sal derbas kiriye lê gelek helbest û çîrokan ji ber xwe dizane

Pîrejina Kurd 100 sal derbas kiriye lê gelek helbest û çîrokan ji ber xwe dizane

Li bajarokê Çil Axa yê ser bi Dêrikê ve li Rojavayê Kurdistanê pîrejinekê 100 sal temen derbas kiriye, lê hêj di hişê wê de gelek helbest, stran û çîrokên Kurdî mane.

Delal Sedûn a ku temenê wê ji 100 salan derbas bûye hêjî li ser hişê xwe ye û her tişt tê bîra wê.

Delal Sedûn gelek çîrok, stran û helbestên Kurdî ezber kirine. Ji xeynî zimanê xwe yê dayîkê Kurdî, ew  herdu zimanên Erebî û Tirkî jî dizane.

Delal Sedûn ji Rûdawê re wiha behsa xwe dike: “Emrê min sed û hinek e. Min di dema xwe de bi qantırın cotkari kiriye. 14 zilam hebû û ez jî ya 15emîn bû me cotkarî dikir. Wê demê pezê me, çêlekên me û gamêşên me hebûn. Em diçûn bihariya min pez didot. Zilamê min bi mixtar û axayan re bû. 100 mêvanên wî bihata jî eleqeya wî bin wan re nedibû min ji wan re xwarin amade dikir. Carna min berx, carnan bizin û carnan jî mih ji wan re serjêdikir.”

Pîrejina Kurd 6 zarok û 50 neviyên wê hene.

Delal Sadûn ku hemû êş û xemgînî di qemiçokên rûyê wê de xuya dibin, strana “Hoy Hoy Memo” dibêje.

 

Rudaw

Top