Humermend Şêrkan Serfiraz klîpek li ser erdheja Cindirêsê belav kir
Hunermend Şêrkan Serfiraz ê xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, bi stranekê hevxemî û hevsoziya xwe ligel kesûkarên xwe yên Efrînê derbirî. Berhema wî ya nû bi navê Erdheje ye.
Hunermend û dahênerên Kurd li diyasporayê, bi awayên cuda hevxemî û hevsoziya xwe ligel kesûkarên xwe yên Efrînê derdibirrin.
Di klîpeke nû de, bi navnîşana “Erdhej”, dengbêj, mûzîkjen û hunermend Şêrkan Serfiraz, ku xelkê Efrînê ye, li Swîsrayê dijî, dixwaze bi şêwazekî hunerî yê ciwan û balkêş, rengvedana êş û azarên xelkên Efrînê veguhêze.
Hunermend û mûzîkjenê ji Efîrnê Şêrkan Serfiraz got: “Em îro, bi rastî bi karekî nû radibin, klîpeke nû, stiraneke nû, mijara stiranê li ser vê felaket û karesata ku hatiye serê gelê me, di erdhejê de, çi li Bakurê Kurdistanê çi li Rojavayê Kurdistanê bûye, felaketeke gelekî mezin bû, hate serê gelê me. Îro em vê stiranê çê dikin ji bo vê karesatê. Stiran jî bi navê Erhej e.”
Şêrkan Serfiraz, ligel hevkarên xwe, dîmanên vê klîpê li bajarê Solothurn ê Swîsrayê kişandine.
Wiha jî hevxemiya xwe ligel kesûkarên xwe yên li welat parve dikin.
Şêrkan Serfiraz herwiha got: “Her carê û her gavê, eger çi be, bi şahî bi xemgînî, eger çi bûyer hebe, em weke hunermend bi gelê xwe re birêve diçin, em bi êşa gelê xwe re ne, di her mijarê de, pêwîst e hunermend li ser karê xwe be, bi êşa gelê xwe re be û bi rengekî hunerî bide naskirin. Eger çi mijar be, bi rengekî hunerî bide naskirin.”
Dûrî nebû rêgir li ber dahênerên Kurd ji bo girêdana xwe bi civaka xwe ve nîşan bidin.
Derhênerê klîpê Înayet Kornassan jî got: “Silav li her kesê li me temaşe dike, niha em kîlpa hunermend Şêrkan Serfiraz dikişînin. Bi rastî klîpeke xemgînî ye, ji bo miletê me yê Efrîn û Cindirêsê, bi rastî dilê me bi wan re ye. Em jî xemgîn in û Xwedê sebrê bide her kesê ku ev bobelat bi ser de bi awayekî nerid hat, dilê me bi we re ye û Xwedê sebrê bide we û dest xweş.”
Ligel hunermend Şêrkan Serfiraz, tîmeke alîkar heye, hemû jî xelkên Efrînê ne.
Di vî karê hunerî de, Hemo Wello awazên stranê danîne, ew jî li Almanyayê dijî.
Ji Navçeya Şehba ya cihê niştecîbûna piraniya koçberên Efrînê, Hikmet Mîlan, bi karê dabeşkirina mûzîka stiranê rabûye.
Stran ji gotinên helbestvan Remzî Qaqo ye, ew jî li Brîtanyayê dijî. Derhênerê klîpê, Înayet Kornassan, li Swîsrayê dijî.
Di vê klîpê de, Şêrkan rewşa Efrînê ya piştî erheja 06ê Sibata 2023yan, di tabloyeke hunerî de nîşan dide.
Rudaw
