3 sal bi ser koça dawî ya Seîd Gebarî derbas dibe
Beriya bi 3 salan weke îro 04.05.2020an hunermendê kurd Seîd Gabarî ji ber nexweşiya penceşêrê, li nexweşxaneyeke Hewlêrê wefat kir.
Seîd Gabarî di 13 Nîsana 1956 de li gundê Xirbê Kejê yê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bibû.
Seîd Gabarî di heşt saliya xwe de dest bi hunera kurdî kir û wek her kurdekî di wî wextî de jiyana xwe di bin zilm û zorê de derbas kir.
Di 1966 de Seîd Gabarî helbestvanên kurd Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas kir. Herdu mamosteyan bandoreke mezin li Seîd Gabarî kirin û alîkarên wî jî bûn. Di sala 1967 de xwe bi xwe hînî lêxistina tembûrê (bizqê) kir û piştî du salan, di 1969 de, konsêrta xwe ya pêşîn da.
Di sala 1970 de ji ber straneke şoreşgerî li konsereke mezin li Qamişlokê hat girtin. Wî pir eşkence û zehmetên bi êş dîtin û gotinên stran û awazên kurdî lê qedexe kirin. Lê Seîd Gabarî xwe ti carî ji stran û awaz û gotinên kurdî dûr nekir.
Seîd Gabarî bi dehan stranîn şoreşgerî û evîndarî gotin, yek ji stranên wî yên gelekî naskirî Bilbilê Dilşad e, ku Seydayê Tîrêj nivîsandibû. Herwiha wekî hunermendekî şoreşger di nava şoreşên kurdan de cih girtibû.
Humermend Seîd Gabarî ji ber zextên siyasî neçar ma ku derkeve Ewropa. Di van salên dawî de Seîd Gabarî bi yekcarî li Başûrê Kurdistanê bicîh bibû.
Termê hunermend Seîd Gabarî merasimeka taybet li gundê Mela Omer yê Hewlêrê hatibû veşartin.
Basnews
