Ciwanek bi hinceta strana jê hate xwestin negotiye hat kuştin
Cîhan Aymaz ê 30 salî ku li li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê li ber peravê stran digotin, bi hinceta ku strana ku jê hatiye xwestin negotiye, bi kêran hatiye derbkirin û paşê ket deyayê û jiyana xwe ji dest da.
Cîhan Aymaz duh saet derdora 19.00an li ser perava Kadikoyê stran digot. Di vê navberê de Mehmet Caymaz ji Aymaz xwest ku stranekê bibêje. Dema Aymaz bersiva neyînî da, di navbera herduyan de nîqaş derdikeve.
Mehmet Caymaz bi kêra di destê xwe de Cîhan Aymaz ji sînga wî birîndar dike û Aymaz ji ber derbên kêrê dikeve nav deryayê.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, ewlekariya peravê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Aymaz ji deryayê hat derxistin û ji bo çareseriyê bi ambûlansê bo Nexweşxaneya Haydarpaşayê hat şandin.
Cîhan Aymaz tevî hemû mudexaleyên bijîşkî ji ber dijwariya birîna xwe ji mirinê rizgar nebû.
Êrîşkar Mehmet Caymaz jî hat desteserkirin.
Stranbêjê Kurd Siwaro jî li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku Cîhan Aymaz hevalê wî û bi kêran hatiye kuştin.
Siwaro dibêje: “Hevalê me Cîhan Aymaz îro dema li perava Kadikoyê stran digot, bi kêran hat kuştin. Bila serê me sax be û Xwedê sebrê bide malbata wî.”
Rudaw
