• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Hollywoodê greva giştî heye

Li Hollywoodê greva giştî heye

Mimkune bernam û fîlmên nû werin ragirtin.

Li gor çapemeniya Amerîkayê, hijmareke gelek zêde ji Senarîstên fîlm û warê sînemayê li Hollywoodê dest bi greva giştî kirine.

Senarîst û Nivîskarên Amerîkî û cîhanî yên ku, li Hollywood dixebitin jiber pereyên kem yên ku, ji wan re têne dayîn dest bi grevê kirine lewre fikar hene ku, fîlm û bernameyên nû jî werin ragirtin.

Herwiha tê payîn ku, di çarçoveya vê greva han de Yekîtiya Nivîskarên Amerîkî jî ku, zêdetir ji 9 hezar endamên xwe hene, biçe grevê.

Weke tê zanîn sala 2007an jî 100 rojan grev girtibûn û jiber vê yekê jî zirareke madî bi qasî 2 miliyar dolaran ber Hollywoodê ketibû.

Top