Li Geverê hirçê êrîşî welatiyekî kir
Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve kesek ku bo komkirina giya çûye çolê rastî îrişa hirçekê hatiye û birîndar bûye.
Li gor agahiyan, li dûrî navçeya Geverê bi 20 kîlometreyî li gundekî vê navçeyê welatiyê bi navê Sefer Kurt bo komkirina giya çûye çolê, li wir hirçekê êrişî wî kiriye û ew birîndar kiriye.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û Kurt birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Sefer Kurt dibêje, berê jî ew bi hirçêre hatine rûbirûyî hev, lê êriş nekiribû, lê vê carê hirçê êrişî wî kiriye û lingê wî û gelek cihên din yê bedena wî birîndar kiriye û reviye. Piştre wî bi zorê xwe gihandiye hevalên xwe û bangî tîmên tendirustiyê kirine ew veguhestine nexweşxaneyê.
Tê gotin ku rewşa tendirustiya Sefer Kurt baş e.
Rudaw
