Keçek ji aliyê bavê xwe ve bi gule hate kuştin
Li parêzgehekî Iraqê, keçek ji aliyê bavê xwe ve bi demançê hate kuştin.
Îro 19.12.2022yê çapemeniya Iraqê ragehand ku li taxa Eskerî ya parêzgeha Dîwaniye hêzên nehiştina tewan, 4 tometbar li ser kuştina keçeke ku di temenê xwe yên 30 salî de bû girtine.
Herwaha hat ragehandin, yek ji tometbaran jî bavê wê keçê bûye û piştî girtinê li xwe mukir hatiye ku bi demançeyê gule li keça xwe berdane û piştî ew digehandin nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Hat aşkera kirin ji ber pirsgirêka malbatî wî bavî keça xwe kuştiye û tevdîrên yasayî li hember hatine girtin.
Basnews
