• Saturday, 21 February 2026
logo

Karvedanên îstîsmara zarokan li Tirkiyê berdewam in

Gulan Media December 9, 2022 Civakî
Karvedanên îstîsmara zarokan li Tirkiyê berdewam in

Civîn û gotûbêjên li ser budçeya sala 2023an a Tirkiyê  li  parlamentoya wî welatî berdewam in. Ligel mijarên hejarî, birçîbûn, krîza aborî û bêkariyê bûyera zewicandina zaroka şeş salî ku ev çend rojin di rojeva Tirkiyê de ye careke din bû sedema nîqaşan.

Serokwekîla Grupa AKPê Ozlem Zengîn di axaftina xwe de diyar kir ku ev mijareke siyasetê derbas dike û li ser vê mijarê rexnekirina partiya wan ne tiştekî raste û ji bo avakirina komîsyonekê li Parlamentoyê dê tişta pêwîst bikin.

Serokwekîla Grupa AKPê Ozlem Zengin got “Emê ji xwe vê dozê bi rêya Wezareta Dadê bi şopînin. Bo me du mijar girîngin. Yek ev ne mijareke ku ji ber wê êrîş li ser hikûmeta me û AK Partiyê bê kirin. Em jî dijî vê meselê ne û ji aliyê hiqûqî çi pêwîst be em dê bikin. Ya din jî em di sernûçeyên rojnameyan de dibînin ev ne mijareke ku mirov êrîşî ser kesên bawermend bike. Ew kesên êrîş dikin nêta wan ne baş e.”

Grupa Jinan ya HDPê li Parlamentoyê derbarê bûyera îstîsmara cinsî li ser zarokan de daxuyaniyek dan û gotin berpirsên bêdeng dimînin jî şirîkên vî sucî ne.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş jî li ser axaftinên Serokwekîla AKPê got ne tenê girêdayî vê bûyerê bi giştî pratîka hikûmetê nîşaneya sergirtina bûyerên bi vî awayî ne.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş dibêje “Ez bi giştî behsa pratîka wezîr û hikûmeta AKPê dikim. Serokwekîla Grupa vê partiyê ev wek nêta ne baş nirxand. Ez vê yekê qebûl nakim. Wê demê ez dipirsim çima Wezareta Dadê ji sala 2017an heta niha amarên îstîsmara li ser zarokan eşkere nake. Ev 6 sale çima ev amar nayên eşkerekirin, hun çi vedişêrin.”

Bavê keçika ku li Dadgeha Stenbolê bi tohmeta destdirêjiya cinsî dijî hevjînê xwe yê berê doz vekiriye yek ji damezrênerê Weqfa Hîranur e ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ye û ji terîqeta Neqşîbendî ne. Vê bûyerê wiha kiriye ku careke din rewşa cemaetan li Tirkiyê bibe rojev. Lê ligel ku berî niha jî çendin caran bûyerên îstîsmara zarokan ketiye rojevê ji aliyê desthilatê ve ti gaveke pratîkî nehatiye avêtin.

 

Rudaw

Top