• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî êrîşên Îranê bo ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir

Gulan Media November 14, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî êrîşên Îranê bo ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîşên îro yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê û Zirguwêzê şermezar kir û got, ew êrîş “binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê” ye.

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Mijdara 2022an Enstîtûya Dahênan û Nûbûna Kurdistanê li Hewlêrê hat vekirin.

Di merasima vekirina enstîtûyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotarekê de êrîşên îro yên li sînorê navîeya Koyê û gundê Zirguwêzê şermezar kir.

Mesrûr Barzanî êrîşên li ser Koye û Zirguwêzê weke “binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê” bi nav kir.

Îro baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koyê ya Hewlêrê û herwiha baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê yê Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve bi mûşek û dronan hatin armanckirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihandiye, di êrîşa ser Koyê de kesekî canê xwe ji dest daye û 8 kes birîndar bûne.

Derbarê zirarên êrîşa li ser baregeha Komeleya Zehmetkêşanê de hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.

 

Rudaw

Top