• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka bi tundî êrîşên Îranê mehkûm dike

Gulan Media November 14, 2022 Nûçe
Amerîka bi tundî êrîşên Îranê mehkûm dike

Dibêje em li cem Kurdistan û Îraqê ne.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê derbarê êrîşên mûşekî yên îro yên Îranê yên bo ser navendên partiyên Kurdî yên li herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û bi tundî ev êrîşênhan mehkûm kir.

Di daxuyaniya han de daxwaz ji Îranê hatiye kirin daku, dawî bi êrîşên xwe yên bo ser welatên cîran bîne.

Balyozxaneyê herwiha nivîsandiye li gel rayedarên Îraq û Kurdistanê diwestin û ev êrîş û binpê kirinên han bo ser serweriya Îraqê mehkûm dikin.

Top