Du pêşmerge şehîd bûne
Îran îro êrîşî ser navendên partiyên Kurdî kir.
Hizba demorkata Kurdistan/ Îran yaku bi HDKI jî tê nasîn daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, mixabin jiber êrîş û bordimanên îro yên Îranê yên bo ser baregehên wan du pêşmergeyên wan şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku navê şehîdan Rêbiwar Ebdî xelkê Seqiz û Aso Tewana xelkê Bûkanin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê jî hatiye kirin ku, di encama êrîşên han de çend pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
