• Saturday, 21 February 2026
logo

Almanyayê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Gulan Media November 14, 2022 Nûçe
Almanyayê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Almanya êrîşên Supaya Pasdaran a Îranê li ser navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar dike û ji Tehranê daxwaz dike rêzê li yekparçebûna ax û serweriya Iraqê bigre.

Îro Duşemê 14ê Mijdara 2022yan, Konsulxaneya Almanya ya li Hewlêrê êrîşên Îranê yên ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê şermezar kir û daxwaz jî kir ku demildest ew êrîş werin rawestandin.

Konsulxaneta Almanya ya li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em êrîşa dubare ya mûşejkî û firokeyên bêfirokevan ên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Em ji Îranê daxwaz dikin, rêzê li yekparçebûna ax û serweriya Iraqê bigre, divê êrîş demildest werin rawestandin.”

Îro danê sibê 14ê Mijdarê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê rastî êrîşan hatin. Li gorî zanyariyan heta niha 2 kes şehîd bûne û 8 kesên din jî birîndar bûne.

 

K24

Top