Li Stenbolê teqîneke bihêz rû da.. Kuştî û birîndar hene
Li kolana Îstiklal a bajarê Stenbolê teqînek rû daye. Parêzgarê Stenbolê jî dide zanîn, di teqînê de 4 kes hatine kuştin û 38 kes jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyên destpêkê, Teqîn li cadeya Îstiklal a bajarê Stenbolê rû daye û di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.
Peyamnêrê K24ê li Stenbolê destnîşan kir, hêzên polîsan gihîştin cihê bûyerê û li kolanê tedbîrên ewlehiyê girtin.
Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Stenbolê Alî Yerlîkaya ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da wiha got: “Îro demjimêr di 16.20’an de li taxa Beyoglûyê li Kolana Taksîm Îstîklalê teqînek pêk hat.
Parêzgarê Stenbolê jî da zanîn, di teqînê de 4 kes hatine kuştin û 38 kes jî birîndar bûne.
Got jî: Tîmên me yên polîs, tenduristî, agirkuj û AFAD'ê ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Kuştî û birîndar hene. Pêşhat dê bi raya giştî re bêne parvekirin.“
Di vê navberê de di daxuyaniya Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) de wiha hat gotin: “Di derbarê teqîna li Stenbolê de qedexeya weşanê hat ragihandin.”
K24
