• Saturday, 21 February 2026
logo

Keçek li kolanên Tehranê bi kurtetenore û bê serpoş dimeşe

Gulan Media November 12, 2022 Nûçe
Keçek li kolanên Tehranê bi kurtetenore û bê serpoş dimeşe

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê keç û jin bi awayên cuda nerazîbûnên xwe nîşan didin. Li gor videoyekê, keçek bi kurtetenore û bê serpoş li kolana Welî Esrî ya Tehranê dimeşe. Hejmarek keç li bajarê Xumeyn, cihê jidayikbûna rêberê berê yê Îranê, li kolanan bê serpoş dimeşin.

Keç êdî ji xwe bawertir in û dîwarên tirsê hilweşandine. Jineke din a li Qumê ala Jin, Jiyan, Azadî bilind dike. Xwepêşandan li bajarên herî olî jî belav bûne. Şeva borî li Bokan, Mehabad, Sine û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Herwiha li Kamêranê jî kamerayên çavdêriyê yên kolanan hatin şewitandin.

Xwepêşandanên li Belûcistanê heta derengiya şevê berdewam kirin. Xwepêşanderan rêya derbasbûnê ya Îranşarê ber bi Xaşe ve girtin. Duh çilê kuştina nêzîkî 100 kesan li Zahedanê hat bibîranîn.

Qadên werzîşê jî bûne qada berxwedan û protestoyê. Di destpêka lîstika basketbolê ya navbera Îran û Çînê de ku li gorî nerîta sporê divê sirûda neteweyî bê gotin, lê belê basketbolvanên Îranê srûdê negotin. Rojnamegeran ji bo şermezarkirina girtina hevpîşeyên xwe yên li Îranê daxuyanî dan çapemeniyê.

Rojnamegerekî wiha got: "Gelek hevkarên me di nav wan de rojnamevanên werzîşê jî hene, di van demên dawî de hatin girtin. Niha di girtîgehê de ne. Em ji we re serkeftinê dixwazin. Em ne sîxur in, ne sûcdar in, em rojnameger in, em tenê rojnamegerên werzîşê ne."

Hikûmeta Îranê dibêje ku xwepêşander hejmareke kêm a îsyankar in û welatên din bi handana wan tometbar dike.

 

Rudaw

Top